Rûniştina doza rojnamevanên li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtî Bedrî Adanir dê 27’ê Mijdarê dom bike.xwişka Bedrî Adanir, Kadriye Adanir banga tevlîbûna rûniştinê kir, da diyakirin ku, weke rojnamevanên din birayê wê jî bi awayek nemafane di girtîgehê de ye.
‘3’MÎN PAKETA DARAZÊ ÇARESERÎ NE ANÎ’
Rojnamevan Bedrî Adanir, ji 8’ê Çileya 2010’an ve li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtiye. Ji ber sedema doza derbarê pirtûk, kovar û rojnameya ew ‘midûrê berpirse’ hatiye vekirin girtiye, rûniştina Adanir roja Sêşemê dê berdewam bike.
Xwişka Bedrî Adanir, Kadriye Adanir, daxuyaniya ku ji ANF’ê re şandî dide diyarkirin ku, 3’mîn Paketa Darazê encamek erênî nedaye û wiha dibêje: “Li gel qanûna 3’mîn paketa darazê ku dihate gotin dê ji bo rojnamevanên girtî bibe hêviya berdanê, lê belê ev qanûna hatiye derxistin sûdek neda. Her çendî hinek tahliye çêbûn jî hêjan gelek rojnamavan ji ber sedema nûçe û nivîsan li girtîgehanin. Yek ji van rojnamevana jî birayê min rojnamevan Bedrî Adanir ku 3 sale li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtiye.”
Kadriye Adanir ev rexne kirin: “Birayê min 3 sale ji malbata xwe, heskiriyên û azadiya xwe hatiye mehrûm kirin. Di rûnişta dawî ya 13’ê Îlonê di çarçoveya paketa darazaê de tehliyeya wî hate xwestin, 6’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê di 3 deqîqeyan de got ‘na’. Em li bendê bûn ku bê tehliye kirin, lê belê biryara ‘berdewama girtina’ wî hate dayîn. Di dozên weke vê de û zêdetir sûc jî hebûn hatin berdan. Me jî ji ber van mînakan, em di nava bendewariyekî mezin debûn. Lê belê careke din xeyalên me rûxiyan.”
Xwişka rojnamevan Bedrî Adanir, Kadriye Adanir ji bo rûniştina dozê ya 27’ê Mijdarê li 6’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê bê dîtin banga tevlîbûnê kir.