Rûniştina ku Zarrab tevlê bû di roja 7’an de ye
Doza ku Gerînendeyê Giştî yê berê yê Halkbankê Hakan Atîlla lê tê darizandin, rûniştina wê ya 7’emîn dest pê kir.
Doza ku Gerînendeyê Giştî yê berê yê Halkbankê Hakan Atîlla lê tê darizandin, rûniştina wê ya 7’emîn dest pê kir.
Reza Zarrab ê ku di Adara 2016’an de çûbû Amerîkayê û li wê derê hatibû girtin, kitekitên pergala pakkirina pereyan a ku bi talîmata hikumeta AKP’ê dihat kirin wekî ‘şahid’ vedibêje.
WÊ PEYWIRDARÊN OFACÊ ŞAHIDIYÊ BIKIN
Di rûniştina îro de wê Ofîsa Kontrolê ya Hebûnên Biyanî ya DYA’yê şahidiyê bikin.
Li gorî agahiyên ku di dadgehê de derketine holê Halkbankê hişyarî daye ku OFAC Zarrab têkeve lîsteya şopandinê.
Parêzerên Atîlla diyar dikin ku ev daxwaz ji aliyê Halkbankê di sala 2014’an de pêşkêşî OFAC’ê hatiye kirin.
QEYDÊN ZARRAB Û ASLAN TÊN GUHDARÎKIRIN
Di rûniştinê de qeydeke nû ya deng hate guhdarîkirin. Hat diyarkirin ku vê qeyda deng di Tîrmeha 2013’an de di navbera Reza Zarrab û Gerînendeyê giştî yê berê yê Halkbankê Suleyman Aslan de hatiye kirin.