Rûniştina F’yê: Li girtîgehan tu tevdîr nayê stendin
Di çalakiya Rûniştina F’yê de qala rewşa girtiyê nexweş Sabrî Kaya hate kirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku li girtîgehan li dijî koronavîrusê tu tevdîr nayê stendin.
Di çalakiya Rûniştina F’yê de qala rewşa girtiyê nexweş Sabrî Kaya hate kirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku li girtîgehan li dijî koronavîrusê tu tevdîr nayê stendin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş vê hefteyê jî çalakiya "Rûniştina F" berdewam kirin. Komîsyonê vê hefteyê jî ji ber Vîrûsa Corona (Covid-19) çalakiya xwe di hefteya 419’an de li ser hesabê medya civakî pêk anîn. Endama Komîsyonê Meral Şahin, li ser medya civakî daxuyanî da û xwest girtiyê nexweş Sabrî Kaya were berdan.
Şahîn, diyar kir ku li gorî serlêdanan maske û lepikan nadin girtiyan û amûrên dezenfektan û paqijiyê pir kêm in. Şahîn, da zanîn ku li dijî vîrûsê aliyê parastina fîzîkî û xwarinê pir kêm in û xwest li dijî vîrûsê parastin bê kirin. Şahîn xwest ji ber şewba vîrûsê hemû girtî bi lez serbest bêne berdan.
Şahîn bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Sabrî Kaya yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’an a Osmaniyeyê yê ku di 25'ê Adarê de qeyrana dil derbas kir û xwest Kaya bi lez serbest bê berdan.