Rûniştina doza rojnamevanên Kurd hat taloqkirin

'Doza çapemeniyê ya KCK'ê ku ji nû ve hat destpêkirin, li 3. Dadgeha Cezayê Girand ewam kir. Dadgeh li benda biryara Dadgeha Destûra Bingehîn nema û rûniştin taloqî 15'ê Tîrmehê kir.

'Doza çapemeniyê ya KCK'ê ku 46 rojnamevan û kedkarên çapemeniyê bi 'endametiya rêxistinê' tên sûcdarkirin, piştî navbereke dirêj, ji nû ve hat dîtin. 3. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, nehatina bersivê ji Dadgeha Destûra Bingehîn hincet nîşan da û biryar da ew bi xwe dozên 'KCK çapemenî' û 'Doza bingehîn a KCK'ê bimeşîne. Rûniştina doza çapemeniyê ya 'KCK'ê li 3. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Ji bilî rojnamevanên bi awayekî negirtî tên darizandin, çalakgerên di nobeda nûçeyan de cih digirin jî tevlî bûn.

Parêzeran di destpêkê de mafê axaftinê wergirtin û diyar kirin, delîlên di gilînameyê de bi awayekî nehiqûqî hatine berhevkirin. Parêzeran, ji bo karibin parastinê bikin dem xwestin û xwestin dadgeh li benda biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bisekine. Lê belê dadgehê ev daxwaza parêzeran red kir û rûniştin ji bo 15'ê Tîrmehê taloq kir.