Rûniştina doza Kişanak û Tûncel pêk hatin-NÛ BÛ

Rûniştina doza Gulten Kişanak û Sebahat Tûnçel ên rehîn girtîne, pêk hat. Ji bo her du siyasetmedaran biryara domandina 'rehînebûnê' da.

Rûniştina doza Hevşaredara berê ya Bajarê Mezin Gulten Kişanak û hevseroka berê ya DBP’ê Sebahat Tûncel ên ji erkê hatibûn girtin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê pêk hat.

Kişanak û Tûncel ên rehîn gîrtî ji girtîgeha lê dihatin ragirtin tevlî rûniştinê bûn.

TÛNCEL: PÊKANÎNA HIQÛQÊ YA TAYBET HEYE

Piştî darizandina Kişanak û Tuncel li 18'emîn Daîreya Edliyeya Herêma Dîlokê hat xerakirin rûniştina wan ji nû ve destpê kir. Di rûniştinê de yekem car Kişanak û Tuncel amade bûn. Tuncel, Kişanak û parêzerên wan li salonê amade bûn. Sabahat Tuncel, parastin kir û diyar kir ku pergala nû ya darazê dişibe ya dema 12'ê Îlonê û got: "Dozgerê em darizandin ji doza FETO girtî ne. Heta niha Dadgehên Îstiklalê, Dadgehên Ewlehiyê yên Dewletê û niha jî Dadgehên Cezayên Giran ê Dewletê li hemberî me ye. Em bi hiqûqek taybet re rû bi rû ne. Ev pêkanînên li dijî me ne hiqûqî ye. Ev hiqûqa bi wêre rû bi rû mane, dişibe pergala dema Hîtlerê."

KIŞANAK: EZ Ê BAXIVIM

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kışanak jî parastin kir û anî ziman ku sûcdariya di derbarê wê de li dijî zagona partiyan e û propaganda mafekî zagonî û qanûnî ye. Kişanak, anî ziman ku ew siyasetmedar e û hemû xebatên wê li gorî siyasetê ne. Kişanak, anî ziman ku hemû xebatên wê axaftinên wê li gorî xebatên siyasî yên cemaweriyê ne û wiha got: "Bê guman ez ê bi axivim. Ez wê propaganda bikim. Ev ne sûc e. Mafekî zagonî û hiqûqî ye."

Tuncel û Kişanak piştî parastinê xwestin bên berdan. Lê dozger xwest girtî bên darizandin.

BIRYAR

Parêzerên parastin kirin anîn ziman ku muwekîlên wan siyasetmedar in, xebatên siyasî yên kirî weke endamtiya rêxistinê û propagandakirinê nagirin dest, berovajî xebat û gotinên weke sûc li ser wan hatîn nîşandan girêdayî nasnameya wan a siyasetmedarbûnê ye, daxwaza berdana wan kirin.

Heyeta dadgehê biryara domandina girtina her du siyasetmedaran da û rûniştina taloqaî 9'ê Adara 2020'an kir.