Rûniştina doza Alaca pêk hat

Rûniştina doza Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ya girtî pêk hat.

Rûniştina yekem a doza hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ya ku 8’ê Cotmeha 2020’ê ji aliyê AKP-MHP’ê ve hate xestpêkirin duh ji ber zêdebûna dadgehê taloqî îro hatibû kirin.

Alaca ya bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ tê darezandin rûniştina wê li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Qersê pêk hat. Alaca a li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin bi rêya Sîstema Yekbûyî ya Deng û Reng (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû û parêzer jî li dadgehê amade bûn.

Rûniştina ku bi tespîta nasnameyê destpê kir, Alaca mafê axaftinê girt, li ser sûcên li dosyayê parastin kir. Alaca anî ziman ku karê kirî li gorî rêziknameya partiyê ye û nesûc e, ti karekî derqanûnî nekiriye. Alaca diyar kir ku kesên derbarê wê gilî kirine berî niha li şaredariyê ‘nelirêtî’ kiriye ji bo wê gotinên wan ne rastin. Alaca daxwaza berdana xwe kir.

Piştre parêzerên Alaca mafê axaftinê girt, diyar kir ku rêbazên bidestxistina delîlên li lêpirsînê hatine bidestxitin, li dijî qanûnê ne. Parêzeran anî ziman ku muwekîla wê li gorî qanûnan kar kiriye ji ber xebatên wê sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ ye nayê kirin, daxwaza berdanê kir.

Dadgeha ya ji bo biryarê navber da, daxwaz kir ku kêmaniyên belgeyên li dosyayê heyî bên temamkirin û biryara domandina girtina Alaca da.

Rûniştina bê jî taloqî 11’ê Adarê hate kirin.