Rûniştina 9’emîn a Doza Lîceyê hate kirin

Rûniştina 9’emîn a Doza Lîceyê li Îzmîrê hate kirin.

Doza Lîceyê ya ku di sala 1993’an de tevî Tuggeneral Bahtiyar Aydin 16 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, li Îzmîrê hate kirin. Bersûc beşdarî rûniştinê nebûn û parêzerên muştekî, Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen û parêzerên baroyê beşdarî dozê bûn.

PARÊZER OZMEN: DIVÊ HATÎPOGLÛ DI GIRTÎGEHÊ DE BÛYA

Parêzer Ozmen diyar kir ku di salên 1990’î de JÎTEM hebû û gelek bûyerên bi vî rengî hatine jiyîn û got:“Di vê dadgehê de darizaneke wekhev pêk nehatiye. Ji ber vê jî divê Eşref Hatîpoglû yê ku bi sedema kuştina 17 kesan tê darizandin  divê di girtîgehê de bûya û ji girtîgehê ew bianîna vê derê” û diyar kir ku divê Hatîpoglû were girtin.

DAXWAZ HATIN REDKIRIN

Parêzeran xwestin ku gelo derbarê Bahtiyar Aydin lêpirsîn hatiye vekirin an na, heke hatibe vekirin bila dosyeya wê pêşkêşî dadgehê were kirin û bila Şemdîn Sakik û Denîz Baykal jî werin guhdarîkirin.

Piştî daxwaza parêzeran dozgerê rûniştinê, daxwaza girtina Eşref Hatîpoglû û guhdarîkirina Şemdîn Sakik red kir.

Dadgehê rûniştin taloqî 12’ê Kewçêrê kir.

‘JI BO PROTESTOKIRINÊ EM BEŞDAR NABIN’

Piştî rûniştinê Seroka Baroya Amedê Ahmet Ozmen diyar kir, ji ber ku doz hatiye Îzmîrê malbat nikarin dozê bişopînin û ji ber bicihnehatina daxwazan malbat ji bo protestoyê nehatine. Ozmen destnîşan kir ku ji bo ronîkirina bûyerên di salên 1990’î de ew dixebitin û got: “Em malbat û parêzer em ê vê dozê bişopînin. Em ê têbikoşin.”