Ruhani: Îran tu car hilberîna bombeyên nukleerê neke
Ruhani: Îran tu car hilberîna bombeyên nukleerê neke
Ruhani: Îran tu car hilberîna bombeyên nukleerê neke
Serokomarê nû yê Îranê Hasan Ruhanî, zimanê çêker û erênî yê ku serokwezîrê DYA’yê Barak Obama di nameya şandî de bikaraniye, silav kir û got: “Em bi tu awayî, li pey çeka îmhayê ku tê de çeka nuklerê jî heye neçûne û dê tu carî jî li nepeybin.”
Ruhanî ku dê çend roj şûnde tevli Lijneya Giştî ya NY’ê ya New Yorkê bibe, ji televîzyona NBC re axivî û da zanîn ku der barê bernameya nuklerê de hêviya Tehranê heye ku dê çareseriyeke dîpolomatîk pêk were. Di roportajê de tê gotin ku ji roja ku Ruhanî hatiye desthilatdariyê heta niha cara yekemîn roportajê dide çapemeniya Rojava.
NAMEYA OBAMA ERÊNÎ Û ÇÊKERE
Ruhanî ku di meha tebaxê de dest bi peywirê kir, diyar kir ku Obama vê havînê jê re nameyek şandiye û serkeftina wî ya hilbijartinê pîroz kiriye û behsa hinek mijarên balkêş kiriye. Ruhanî got: “Min bersiv da nameyê. Min spasiyên xwe pêşkêş kir. Min nêrîna Komara Îslamî ya Îranê îfade kir.” Ruhanî ji bo nameya Obama îfadeyên ‘erênî û çêke’ bikaranîn û got ev pêngavên biçûk yên erênî ne. Washîngton û Tehranê di sala 1979’an de piştî şoreşa Îslamî têkiliyên dîplomatîk birîn.
Roja sêsemê serokê DYA’yê ji mulakatek da televîzyona Amerîkan Telemundo û diyar kir ku xwestiya niyeta diyalogê ya Ruhanî ya di mijara bernameya nukleerê de test bike. Obama jî ku dê wek Ruhanî tevli Lijneya Giştî ya NY’ê bibe got: “Li vir ji bo dîplomasiyê şansek heye. Hêviya min eve ku Îran vê binirxîne.
DI MIMARA MUZAKEREYAN DE HIKÛMETÊ RAYE GIRT
Ruhan da zanîn ku hikûmeta wî ji lîderên olî yên Îranê ji bo muzakerayên nukleerê ‘rayeyek tam’ girtine û wiha got: “Ger pirsgirêk hebe, dê ji me neqewime. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê em xwediyê namevraya siyasî ne. Em tu carî li pey çekên îmhayê yên nuklerê nerevîn. Em dê tu car jî nebin. Em teknolojiya nukleerê dixwazin.
Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Chuck Hagel da zanîn ku ew ji daxuyaniya Ruhanî gelek kêfxweşin.
EM NE HIKÛMETA SÛRIYEYÊ NE
Ruhanî pirsên der barê mijara Sûriyeyê de jî bersivand û got ew ne hikûmeta Sûriyeyê ne û got ew dixwazin ev herêm ji çekên îmhayê bê paqijkirin.