RTS bal kişand ser sûcên şer ên dewleta Tirk

Televîzyona dewletê ya Swîsreyê (RTS) bal kişand ser sûcên şer ên ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye.

Televîzyona Dewletê ya Swîsreyê (RTS) di bultena xwe ya êvarê de bal kişand ser sûcên şer ên ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. Di nûçeyê de ku ji aliyê Olîvîer Kohler û Laûrent Bûrkhalter ve hate amadekirin, hate ragihandin ku dîmenên ji aliyê komên çete yên dewleta Tirk ve hatin parvekirin dibe ku bibin delîlên sûcên şer. Her wiha raporên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatin bibîrxistin.

Di nûçeyê de dîmenê êsîrketina şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê hate weşandin û hate ragihandin, Çîçek Kobanê piştî ku birin Tirkiyeyê aqûbeta we nayê zanîn.

Di nûçeyê de her wiha dîmenê hovîtiya ku çeteyên dewleta Tirk li cenazeyekî şervanekî QSD'ê dike hatin weşandin û hate ragihandin ku çete dîmenên sûcên şer ên ku ew bi xwe dikin di medya civakî de diweşînin. Di nûçeyê de hate bibîrxistin ku siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef ji aliyê wan komên çete ve hate qetilkirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku kontrolkirina komên çete di berpirsyariya Tirkiyeyê de ye, lewma komkujiyên li sivîlan tên kirin jî Tirkiye ji wan berpirsyare.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku komên bi dewleta Tirk re tevdigerin dûvikên komên terorîst ên cîhadîst ên DAÎŞ û El Nûsrayê ne û hate gotin ku rayedarên Tirk di vê mijarê de nexwestine ji televîzyonê re biaxivin.