RSF’ê 39 'Dijminên Azadiya Çapemeniyê' aşkere kir
RSF’ê 39 'Dijminên Azadiya Çapemeniyê' aşkere kir
RSF’ê 39 'Dijminên Azadiya Çapemeniyê' aşkere kir
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ku navenda wê li Parîsê ye, bi wesîleya Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê 39 ‘Dijminên Azadiya Çapemeniyê’ aşkera kir.
RSF’ê da zanîn ku piraniya êrîşên ku rojnamevanan hedef digirin bê ceza dimînin. RSF’ê da zanîn ji sala 1995’an heta niha di sala 2012’an de bîlançoya herî giran pêk hatiye û ragihand ku sala borî 88 rojnamevan û 47 rojnamevanên (welatiyên) înternetê hatine kuştin.
Rêxistinê destnîşan kir ku ji ber ku sûcdar nayên cezakirin, binpêkirina mafan û pêkanîna sûc zêde dibe û cesaretê dide.
RSF 39 ‘Neyarên azdiya çapemeniyê’ aşkera kir û her wiha da zanîn wan Rêxistina ETA’yê ku di 2011’an de çek danî, Serokomarê Myanmar Thein Sein ku pêşîlêvekirineke girîng pêk anî, wezîrê ji nûçeyan berpirsyar yê Somaliyê yê berê Ebdulqadir Huseyin Muhemed û hêzên ewlehiyê yên Otorîteya Fillistîn û Hamasê ji lîsteyê derxistine.
Birayên Misliman yên Misirê ji 5 navên nû yên ketin lîsteya rêxistinê bû. Çar navên din yên ketin lîsteyê, Serokdewleta Çînê Xî Jînpîng, koma li Sûriyeyê Eniya El Nusra, komên çekdar yên Pakîstanê Belluc û oldarên Maldîvan.
RSF’ê rapra bi ser navê ‘Dijminê azadiya zanînê bi darizînin’ ya ku li ser navê Koma Xebata Hiqûqa navnetwî Alexandre Balguy-Gallois, Jessica Lescs û Prisca Orsonneau amadekiribû jî ji rayagiştî re hat aşkerakirin.