Roman ji pakêtê nerazî ne: Enstîtu ji xwe hebû!

Roman ji pakêtê nerazî ne: Enstîtu ji xwe hebû!

Pakêta "demokratîkbûyînê" ya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan îro aşkera kir, rastî nerazîbûna civaka Roman hat. Nivîskarê Çîngeneyîz.org Alî Mezarciolgû ji bo Enstîtuya Çand û Zimanê Roman a Erdogan îro aşkera kir got, "Ji xwe hebû. Lê bingeh tineye."

Li gorî nûçeya Bîanet, nivîskarê Çîngeneyîz.org Alî Mezarcioglû diyar kir ku di asla 2010'an de di bin sîwana Zanîngeha Adnan Menderes de li Aydinê "Enstîtuya Xebatê ya Roman" hatiye vekirin û rexne kir ku estîtuyên bê bingeh lawaz dimînin.

Mezarcioglû got, "Enstîtuya li Aydinê gelek caran civîn lidar xistibû. Komeleyên Roman jî beşdar bûbûn. Ez nizanim ka niha çi karî dikin. Nêrîna vekirina enstîtuyê ne neyînî ye, lê ji bo saziyeke bi vî rengî mixabin li Tirkiyê ne bingeh ne jî ezmûn heye. Bi qasî dizanim, di warê ziman de kesekî ku karibe zimanê Roman di asta akademîk de bide xebitandin, nîne. Divê ji derveyî welat akademîsyen ji enstîtuyan bên anîn, naxwe bi derfetên herêmî dê ev akademî lawaz bimînin."

Mezarcioglû diyar kir ku divê hikûmet polîtîkaya veguherîna bajarvaniyê ya li hemberî Romanan revîze bike û destnîşan kir ku di rewşeke berevajî de dê ev yek her tim rê li ber tengezariya civakî veke.

Mezarcioglû da xuyakirin ku ev du sal in TOKÎ ji bo Romanan xaniyan çê dike û got, "Ez nikarim bêjim ku ev yek neyînî ye. Ji ber di hin mînakan de plana diravdan (dayîna mesrefan) sererast e, Roman jê razî ne. Lê belê li cihê ku plana diravdanê bicih nayê anîn mîna li Samsûnê, Romanên li malên TOKÎ ne, gelekî bêzar in. Li dadgehê doz hatine vekirin û di her kêliyê de li ber derxistina ji xaniyan e."