Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê derbasî weşana dîjîtal bû

Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê ji bo demekê navber da çapkirinê û derbasî weşana dîjîtal bû.

Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê ji ber astengiyên gefa vîrûsa koronayê ji bo demekê navber da çapkirinê.

Rojnameyê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist ku ji bo mafê agahîwergirtinê yê gel û şopandina rojeva welat, wan heta niha bi rengekî bênavber weşana xwe bi çapkirinê dewam kirin û hate gotin, "Lê belê di asta heyî de em dixwazin ji we re ragihînin ku ji bo demekê navberê didin çapkirinê."

JI 2'Ê NÎSANÊ Û PÊ VE BI RENGEKÎ DÎJÎTAL WEŞANÊ DIKE

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber rîska tenduristiyê ya li ser kedkarên çapemeniyê û belavkaran, her wiha ji ber girtina kargehan hemûyan, pirsgirêkên gihîştina rojnameyê li ber destê aboyan û zêdebûna maliyetê, em neçar man biryarê bidin ku ji bo demekê biryareke wiha bigirin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo mafê agahîwergirtinê yê gel asteng nebe, wê kevneşopiya xwe ya heta niha, bi karê xwe yê çapemeniya azad li medya civakî weşana xwe bidomînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rojnameya me ku li sirgûnê nêzî 25 sal in bi Kurdî û Tirkî weşanê dike, ji 2'ê Nîsanê û pê ve derbasî weşana dîjîtal dibe. Rojnameya me ku mîrateya Selçûkan, Hafizan, Sînan, Ferhatan, Gûrbetan, Nûjiyanan, Apê Mûsayan meşand, wê ji vê kevneşopiyê qut nebe...

Dema ku şert û merc guncav bûn wê ji nû ve çap bibe."

Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê ji vê lînkê dikare bê peydakirin:

https://yeniozgurpolitika.net/

@y_ozgurpolitika