Rojnameya Ozgur Polîtîka sala xwe 11’emîn pîroz kir

Salvegera 11’emîn a rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka hate pîrozkirin. Di şeva pîrozkirinê de li hemberî pêkutiyên dewleta Tirk ên li ser çapemeniya azad, banga geşkirina têkoşînê hate dayîn.

Salvegera 11’emîn a rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka li eywana Eleganzê ya li bajarê Maînzê hate pîrozkirin. Li ser navê rojnameyê Ulkem Zaremya axivî û got: “Her êrîşa li ser çapemeniya Kurd, mudaxeleyek e li ser rastiya we”.


‘AZADÎ BI TÊKOŞÎNÊ HATE BIDESTXISTIN’


Nûnerên rêxistinên çapemeniyê yên Elman jî mêvanên şevê bûn. Berdevkê Eyaleta Hessenê ya Yekîtiya Rojnamevanên Elman (DJÛ) helwesta Elmanyayê ya li hemberî Tirkiyeyê rexne kir û got: “Parêzvanên demokrasiyê tên mexdûrkirin. Hikumeta Elman jî bêdeng li vî tiştî temaşe dike. Ev bêdengî gihiştiye asteke ku mirov nikare qebûl bike”.


Hevserokê Eyaleta Rheînland-Pfalz ê Partiya Çepgir (Dîe Lînke) Jochen Bulow jî got: “Mafên mirovan, azadiya çapemeniyê bi têkoşînê hate bidestxistin. Em van kesên ku bi jiyan û azadiya ev tişt ava kirin, bi rêzdarî bi bîr tînin.”


MUSLIM: DIVÊ DOSTÊN ME BÊDENG NEMÎNIN


Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî derkete ser dikê û got: “Erdogan ji rastiyan aciz dibe û hin kesên din dixe dewreyê. Şîrketa bi navê Eûtelsat li dijî qanûnan televîzyonan digire. Heke qanûnên we yên bi edalet li Ewrûpayê heye, gelo çima dema dor tê ser Kurdan hûn bêdeng dibin! Divê dostên me li hemberî vê bêqanûniyê bêdeng nemînin.”


Salih Muslim nerazîbûn nîşanî qedexekirina alayên YPG û YPJ’ê da û got: “Niha tu kes li Elmanyayê nabêje YPG û YPJ terorîst e lê polîsên Elmanyayê alayên me qedexe dikin.”


DÎCLE: EM Ê ÊRÎŞAN BIŞKÎNIN


Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle jî bal bir ser kevneşopiya çapemeniyê ya Kurd û got: “Xeta faşîst a li dijî gelan tu carî nikarî dengê azad ê gelê Kurd tune bike. Îro jî wê nikaribe tune bike. Em çawa li hemberî êrîşên li ser Med Nûçeyê sekînin em ê îro jî li ser êrîşên News Channel, Stêrk û Ronahiyê jî bisekinin. Em ê van erîşên wan bişkînin.”


BANGA HEVGIRTINÊ


Li ser navê Arti Gerçekê Celal Başlangiç, li ser navê TV 10 Huseyîn Narli, Rojnamevan Ahmet Nesîn û li ser navê Stêrk Tvyê Gulê Algunerhan jî axivîn. Di axaftinan de hat diyarkirin ku wê kevneşopiya çapemeniya azad bidome û nerazîbûn nîşanî girtina televîzyonên Kurd dan.
Piştre jî hunermend Çetîn Oraner, Ayfer Duzdaş, Koma Hîvron û Ozlem Gerçek derketin der dikê.