Rojnamevanên Kurd yên li Ewropayê li Brukselê dicivin
Rojnamevanên Kurd yên li Ewropayê li Brukselê dicivin
Rojnamevanên Kurd yên li Ewropayê li Brukselê dicivin
Înîsiyatîfa Yeketiya Rojnamegerên Kurdistanê yên li Ewropayê ku armanc dike rojnamevanên Kurd yên li Ewropayê di bin banekê de kom bike, 18’ê Gulanê dê li paytextê Belçîka Brukselê konferansekê pêk bînin.
Înîsiyatîfa ku di daxuyaniya xwe de diyarkir ku, ew dê di konferansê de bingehê avakirina sazîbûyîna ku nûnertiya rojnamevanên Kurdistanî yên li Ewropayê jiyan dikin û ji bo pêşxistina têkilî û hevkariya di navbera çapemeniya Kurd û navnetewî de, her wiha derbarê programa konferansê de agahiyên berfireh da.
Li gorî agahiyên hatine dayîn, dê nûnerên Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê jî tevlî konferansê bibin û dê derbarê çapemenî û dîroka sendîkabûyînê ya li Başûrê Kurdistanê panelekê pêşkêş bikin.
Dê di konferansê de rojnamevan Ferda Çetîn li ser cih û girîngiya Kevneşopiya Çapemeniya Azad, Hasan Gazî li Kurdistanê pirsgirêka ziman û zarava, her wiha pêşniyarên çareseriyê, Gunay Aslan jî dê li ser mijara ji duh heya îro çapemeniya Kurdistanê li Ewropayê pêşkêş bike.
Piştî axaftinên li ser van mijaran dê rêveberî û baskên Yeketiya Rojnamegerên Kurdistanê yên li Ewropayê bê hilbijartin.
Înîsiyatîfê di daxuyaniya xwe de diyarkir ku, hemû sazî û kedkarên çapemeniya Kurdistanê vexwendiyê konferansê ne û wiha hate gotin: “hemû sazî û kedkarên çapemeniya Kurdistanê yên li Ewropayê jiyan dikin, vexwendiyê konferansa me ne. Hempîşeyên me yên ku dê tevlî konferansê bibin pêwîste heya 10’ê Gulanê serî li navnîşana [email protected] bide.”
Konferans dê 18’ê Gulanê navbera demjimêr 10 û 18:00’an de li Parlementoya Federal ya Belçîkayê ya li Brukselê pêk bê.