Rojnamevanên Hollandayî ku diçûn Roboskê polîsên tirk na kirin!

Rojnamevanên Hollandayî ku diçûn Roboskê polîsên tirk na kirin!

Du rojnamegerên Hollandayê ku çûn serdana Gundê Roboskê di têketina Şirnexê de ji aliyê polîsan ve hatin lêpirsînkirin û  hate hînbûn ku kamerayên wan avêtine erdê.  Ferhat Encu derbarê mijarê de agahî da û got: “Ev pêkûtiyên  ji Şirnexê heta Roboskê pêk tên bidawîbikin.  Vê korîdora ku êdî bûye wek girtîgeha vekirî ji holê rabikin.

Ji rojnameya Algemeen Dagblad û Nederlandse Dagblad du rojnamger ku çûn serdana gundê Roboskê di têketina Şirnexê de hatin rawestandin û hate diyar kirin ku kamerayên ligel rojnamegeran bû ji aliyê polîsan li erdê hatine xistin.

Ferhat Encu der barê mijarê de agahî da û got: “Di têketina Şirnexê de rojnamger ji aliyê polîsan ve tên rawestandin û dibêjin hun bi ku de diçin.  Her wiha ji wan re dibêjin; Ji bo ku hun li vir bijîn perê we heye? Hun li vir l içi digerin?” Encu da zanî piştre polîsên ku kamerayên rojnamegeran dibînin, bi hinceta ku kontrol bikin, girtine destê xwe bi meksada ku bişkê bi tund danîne erdê.

Encu wiha pê de çû: “Mîvanên me pêşî difikirin li seferatxaneyê bigierin. Lê wisa nakin. Hewl didin ku xwe bigihînin me.  di esasê em ji bo cihekî ku komkujî lê pêk hatiye, vê pêkanînê anormal nabînin.  rojnamger hem ji bo serdanê û hem jî jibo dengê me bi Ewropayê bidin bihistin dihatin vir. Me berê jî bûyerên wisa dît.  Xwendekarê ku dixwestin bên cem me tacîzkirin.  Wesayîtên me dibin û tînin cezê lê dibirin. Êdî nekarin qebûl bikin. em ji van tacîzan eciz bûn. Divê ev pêkanîn demildest bi dawî be. Ev korîdora ku bûye wek girtîgeha vekirî divê bê rakirin. Em di vê mijarê de ji rayagiştî hestiyariyê dixwazin.