Rojnamevanên dîlgirtî nehatin berdan

Di doza darizandina 14 rojnamevanên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de ku 5 jê girtî ne, biryara berdanê nehate dayin.

Rûniştina duyemîn a doza darizandina 14 rojnamevanên Ozgurlukçu Demokrasî ku 5 jê girtî ne, li 23. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Hîcran Urun, Reyhan Hacioglû, Mehmet Alî Çelebî, Îshak Yasûl û Îhsan Yaşar ên girtî tên darizandin, tevlî rûniştinê bûn. Pinar Tarlak û Ramazan Sola yên negirtî tên darizandin, tevî parêzerên rojnamevanan Muslum Kocaoglû, Ozcan Kiliç, Nûrenşah Torûnoglû, Tahîr Enes Yosûl jî tevlî rûniştinê bûn. Gelek rojnamevan, malbatên wan, heyetên navneteweyî û Parlamenterê Stenbolê yê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû rûniştina dozê şpandin.

'EM RASTIYÊ DINIVÎSÎNIN'

Reyhan Hacioglû got, "Di şexsê me de rojnamevantî tê darizandin. Ev yek derbeke ku li azadiya raman û îfadeyê tê xistin. Hemû nûçeyên me li ser bingeha rastiyê ne. Em nûçegihaniya rasteqîniyê dikin."

Hîcran Urun jî got, "Eger li cihekî her tişt tê terorîzekirin, wê çaxê pirsgirêka rêvebirinê ya desthilatdariyê heye."

Îshak Yosûl, Mehmet Alî Çelebî, Îhsan Şayar, Ramazan Sola jî gotin, ew ji ber karê rojnamevaniyê tên darizandin û xwestin, bên berdan.

Parêzer Ozcan Kiliç piştî parastinê axivî û anî ziman ku di materyalên dîjîtal de delîleke cidî nîne û doz nehiqûqî ye.

Heyeta dadgehê biryar da ku rojnamevan girtî bimînin û rûniştin ji bo 21'ê Sibata 2019'an taloq kir.

BIRYAR HATE DAYIN KU EVREN JÎ DÎLGIRTÎ BIMÎNE

Di vê navberê de, rûniştina destpêkê ya darizandina edîtora Jinnewsê Kîbriye Evren ku bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û propaganda rêxistinê" doz lê hatiye vekirin, li 5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Heyeta dadgehê biryar da ku Evren girtî bimîne.