Nûjiyan Erhan ku 3’yê Adara 2017’an de dema ku çeteyên bi ser PDK’ê ve bi ser Şengal /Xanesorê de girtin, li nûçegihanan reşandibûn û di encmaê de nûçegihan Nûjiyan Erhan jî di nav de gelek nûçegihan birîndar dibûn. Nûjiyan Ergan ku ji 3’yê Adarê ve li nexweşxaneyê dihate tedawîkirin şevê dî jiyana xwe ji dest da. Insiyatîva Rojnamevanên Azad têkildarî Nûjiyan Erhan (Tûba Akyilmaz) daxuyaniyeke sersaxiyê da û got ew êrîşa li ser nûçegihanan şermezar dikin û naxwazin careke dî bûyerên bi vî rengî dubar bibin.
Insiyatîvê wiha got: "Rojnamevan Nûjiyan Erhan dema li Şengalê êrîşên pêşbergeyên PDK'ê yên li dijî Şengalê dişopand bi guleya pêşmergeyên KDP'ê ji serê xwe ve birîndar bû û piştî 20 roj şûnde li Nexweşxaneya Hesekê jiyana xwe ji dest da. Em di serî de ji malbata wê û hemû hevalên wê yên rojnameger re sarsaxiyê dixwazin.
Rojnamevan Tûba Akyilmaz (Nûjiyan Erhan) dema di 3'ê Adarê de li Şengalê êrîşên PDK’ê yên li dijî bajaroka Xanesorê ya Şengalê dişopand ji aliyê pêşmergeyan ve ji serê xwe ve hat birîndarkirin. Piştî Erhan birindar bû têkoşîna çend rojan a jiyanê, şevê din jiyana xwe ji dest da. Tûba Akyilmaz (Nûjiyan Erhan) li Hîlvan a Rihayê hatibû dinê. Ji bo rawestîna çek û bi dawîbûna mirina ciwanan, çalakiya mertalên zindî ya li Bakûrê Kurdistanê hat lidarxistin Erhan jî tevlî bûn. Ji bo bal kişandina ser vê çalakiyê di 2005’ê de derbasî Qendîl bûn. Tûba piştî di sala 2014'an de DAIŞ'ê êrîşî şengalê kir, wekî rojnamevan derbasî Şengalê bû û di salên dawî de li Şengalê Rojnaemgerî dikir. Erhan ligel 20 rojan di nexweşxaneyê de di ber xwe da nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da."
‘ROJNAMEVANÊN KU RASTIYÊ DINIVÎSIN DIBIN HEDEF’
Insiyatîva Rojnamevanên Azad bi berdewamî bal kişande ser pêvajoya şer a ku Kurdistanê tê de ye û êrîşên li ser nûçegihanan ku li pey heqîqetê ne û got:
"Di pêvajoya şer de ku li Kurdistanê û herêmê belav dibe , rojnamevanên ku di nava şer de rastiya şer dinivîsin û bi civakê re parve dikin dibin hedef û tên kuştin. Bi taybetî rojnamevanên di şopa heqîqetê de tev digerin dibin hedefa hêzên dagirker û mêtînger. Hêzên ku dixwazin li ser gelên herêmê desthilatdariya xwe ava bikin û lîstikên wan ji aliyê rojnamevanan ve tê teşîrkirin rojnamevanan dikin hedef."
BANG: BILA HEMÛ ROJNAMEVAN LI DIJÎ ÊRÎŞAN DENGÊ XWE BILIND BIKIN
Însiyatîvê kuştina rojnamevanan şermezar kir û bang kir ku hemû rojanmevan dengê xwe derxînin û wiha domand:
‘’Em wekî Înîsiyatifa Rojnamevanên Azad êrîşên li dijî rojnamevanan şermezar dikin û dixwazin hemû rojnamevan li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin. Li Tirkiye bi fermana hikûmetê rojnamevan tên girtin û rastî gefan tên. Li Herêma Federal a Kurdistanê jî rojnamevan tên kuştin. Di sala dawî de Rojnamevan û nûcegîhanê Roj Newsê Vedat Huseyin Ali li Duhokê hat kuştin. Nuçegîhana Rûdawê Şîfa Gerdî li Mûsûlê ji aliyê DAIŞ'e ve hat kuştin. Herî dawî Rojnamevan û Nîvîskara Ozgur Polîtîkayê Tûba Akyilmaz (Nûjiyan Ayhan) di 3'ê Adarê de li Şengalê ji aliyê PDK'ê ve hat birindar kirin û piştî kêkoşîna 20 rojan jiyana xwe ji dest da."
'KUŞTINA ROJNAMEVANAN NAYÊ QEBÛLKIRIN'
Ev kuştinên rojnamevanan nayê qebûlkirin û divê tu rojnamevan li hemberî van kuştinan bêdeng nemînin. Em ji hemû rojnamevanan dixwazin ku li dijî van binçavkirin, girtin û kuştina rojnamevanan bibin yek û ji nivîsandina rastiyan tawîze nedin. Em wekî hempişeyên Nûjiyan ji hevala xwe Nûjiyan re rahmet û ji malbat û hemû hevalên wê re sersaxiyê dixwazin û êş û xemgîniya malbatê parve dikin."