Rojnamevan Serdeşt Osman li Brukselê hate bîranîn

Rojnamevan Serdeşt Osman, ku li Başûrê Kurdistanê piştî nivîsên xwe yên rexne li malbata Barzanî dikir 4'ê Gulana 2010'an hate revandin û kuştin, li navenda Brukselê hate bîranîn.

Komek ji rojnamevanên ji Başûrê Kurdistanê li qada "Bourse" (Borse) ya li paytexta Belçîka Brukselê li hev civiyan û rojnamevan Serdeşt Osman bi bîr anîn.

Çalakgeran wêneyên Serdeşt Osman hildan, dowîzên bi nivîsa "bes e ji kuştina rojnamevanan re" û bal kişandin ser rojnamevanên ji sala 2008'an ve li Başûrê Kurdistanê hatine kuştin.

Yek ji çalakgeran got, "Ji bo bîranîna Serdeşt Osman em li vir ku nîşan bidin me ew ji bîr nekirine."

Di çalakiya bêdeng de hate ragihandin, Başûrê Kurdistanê ji bo rojnamevanan yek ji herêmên herî metirsîdar ên dinyayê ye.

Çalakgeran li ser mijarê belavok belav kirin.

Rojnamevan Serdeşt Osman 4'ê Gulana 2010'an li Hewlêrê hatibû revandin û piştî du rojan cenazeyê wî li Mûsilê hatibû dîtin. Osman ku gule berdabûn serê wî û înfaz kiribûn, dema hate kuştin 22 salî bû.