Rojnamevan Serdeşt Osman hate bîranîn

Rojnamevan Serdeşt Osman hate bîranîn

Rojnamevan Serdeşt Osman, li gundê lê ji dayik bûyî Girt Ezelan bi amedebûna sedan kesayetên bi nav û deng, malbata wî, malbatên şehîdên 17’ê Sibatê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî ve li goristana gund li ser gora xwe hate bîranîn.

Malbat û rêhevalên Serdeşt Osman gora wî bi gul û wêneyên wî xemilandibûn, tenê yek daxwaza wana hebû, ew jî eşkere kirina kujerên Serdeşt Osman û di demek kin de cezakirina wanaye.

Berî merasim dest pê bike beşdarvanên çalakiyê 5 deqîqe ji bo rêzgirtin li giyanê Serdeşt Osman û hemû şehîdên Kurdistanê girtin, di dema rêzgirtinê de wêneyên Serdeşt Osman di destê xwe de bilind kirin.

i merasîma bîranînê de ji aliyê rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr, akademisyen û malbata Serdeşt Osman ve axaftin hatin kirin, peyamên rojnamevanên di zîndanên Başûrê Kurdistanê de, herwiha helbest û nîvîsên kû li ser wî hatî nivîsin, hatin xwendin.

Di axaftinên hatî kirin de rojnamevan Serdeşt Osman hate bîranîn, şêwazê qetilkirina wî ya bi awayê hovane bi awayek tund hate şermezar kirin û ji Rêveberiya Hikumeta Herêmê, Asayişa Herêma Kurdistanê û bitaybet ji Partî Demokrata Kurdistan PDK’ê hate xwestin kû divê demek ji ya din zûtir kujerên Serdeşt Osman werin eşkere kirin.

Li ser navê Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev Serdar Sitar axafinek kir, Sitar di axaftina xwe de wiha got: “Em rojnamevanê nemir Serdeşt Osman bi awayek xemgîn û birîndar bibîrtînîn, ew bi ramanên xwe yên azad dihat naskirin lewma aliyên kû naxwazin ramana azad di nav herêmê de pêşbikeve bûne kujerên Serdeşt Osman. Jibo wê jî em dibêjîn tu hêz nikarin vîna gel û dengê ramana azad bêdeng bikin. ”

Rojnamevana navdar û muxalîf endama Sendîkaya Rojnamevan ya Navenda Mîtro Niyaz Abdullah diyar kir ku her çendî niha ne li gel wan be jî lê ew niha hatine gel wî û dê hertim di dil û mejiyê azadîxwaz û rewşenbîrên Kurd de jiyan bike. Serokê Fraksiyona GORAN yê Parlementoya Kurdistanê Kardo Mihemed jî di axaftina xwe de balkêşand ser qedexe û zextên li Herêma Kurdistanê li ser azadiyan tê kirin û da diyar kirin kû ewê heta dawiyê li hember vê polîtîkayê tekoşîn bîkin û wek Tevgera GORAN ji bo eşkerekirina bûyerên tarî tişta ji destê wana tê ewê bikin. 

Di dawiya merasime de biraziya Serdeşt Osman ya binavê Lavan Serkeft (7) helbesta kû li ser rojnamevan nivîsîbû xwend û piştî wê ji aliyê Navenda Mîtro ve xelat hate dayîna nîvîskarên sê pirtûkan.