Rojnamevan ji ber gefa PDK'ê dibin penaber
Rojnamevan Cîhan Ozgur (Hidayet Orman), ku dewleta Tirk ji PDK'ê dixwest wî teslîmî wan bike, ji ber gefa û xeteriya teslîmkirinê, neçar ma Kurdistanê biterikîne.
Rojnamevan Cîhan Ozgur (Hidayet Orman), ku dewleta Tirk ji PDK'ê dixwest wî teslîmî wan bike, ji ber gefa û xeteriya teslîmkirinê, neçar ma Kurdistanê biterikîne.
Bi xurtbûn û berfirehbûna têkiliyên navbera dewleta Tirk û PDK'ê re, şert û mercên rojnamevaniyê li Başûrê Kurdistanê roj bi roj girantir dibin.
Di nava du salan de gelek rojnamevanên ji Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK'ê ve hatin kuştin. Tevî kuştinê, zext, astengiya li pêşiya çêkirina nûçeyan, gefa asayîşê û bûyerên îşkenceyê zêde bûn. Rojnamevanên ku ji ber zext û gefa girtinê ya dewleta Tirk ji Bakurê Kurdistanê hatin Başûrê Kurdistanê, vê carê jî ji PDK'ê gefê dixwin, ku wan teslîmî dewleta Tirk bikin.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, dewleta Tirk di dma dawî de navê hin rojnamevanên ji Bakurê Kurdistanê daye PDK'ê û jê xwestiye van rojnamevanan radestî wan bike. Yek ji van rojnamevanan jî Cîhan Ozgur (Hidayet Orman) e, ku wextekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê rojnamevanî dikir.
Ozgur, dema li Başûrê Kurdistanê rojnamevanî dikir gelek caran ji aliyê asayîş û îstîxbarata PDK'ê ve hate astengkirin û gef lê hat xwarin. Ozgur, ku yek ji rojnamevanên ku dewleta Tirk ji PDK'ê dixwest wî teslîmî wan bike, li Elmanyayê ji bo penaberiyê serlêdan kir.