Rojnamevan Alataş ê berî 11 salan hatibû qetilkirin bibîr anîn
Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Metîn Alataş ê hate qetilkirin, li ser gora xwe hate bibîranîn.
Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Metîn Alataş ê hate qetilkirin, li ser gora xwe hate bibîranîn.
Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat a bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (BHQ) hate girtin, Metîn Alataş ê berî 11 salan li Edeneyê hateqetilkirin û piştre cenazeyê wî bi hilawistî hate dîtin, li ser gora xwe ya li Goristana Kuçukobayê hate bibîranîn. Hevserokê HDP’ê ya navçeya Seyna Enver Guler û Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Xizmên xwe Windakirî ya Behra Spî (AYKAY-DER) Şukran Eretukr, malbata Alataş û hevpîşeyên wî tevlî merasîma bîranînê bûn. Gul û wêne danîn ser gora alataş.
Hevseroka AYKAY Der Şukran Efeturk û xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşam Mûrat Karabaş axivîn û diyar kir ku wê şopdarên têkoşîna Alataş bin.