Rojnamegerên Kurd di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin
Rojnamegerên Kurd di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin
Rojnamegerên Kurd di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin
Di 1’ê Gulana 2008’an de balefirên artêşa Tirk herêma Parastina Medyayê bombebaran kir û di encama bombebaranê de 6 endamên çapemeniya PJAK’ê jiyana xwe ji dest dabûn.
Sala 2008'an bi armanca tesfiyekirina tevgera azadiya gelê Kurd, artêşa Tirk bi hevakariya hêzên navneteweyî û dagirkerên Kurdistanê, li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, êrîşên hewayî pêk anîbûn..
Di çarçoveya van êrîşan de, dewleta Tirk ku gelek caran qada hewayî ya Îranê jî bikartanî, baregehên hêzên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê jî kiribûn hedefa êrîşên xwe.
Di 1'ê Gulana sala 2008'an de hejmareke zêde ya balefirên şer yên artêşa Tirk, li dijî Navenda Ragihandin û Çapemeniya PJAK êrîş pêk anîn. Êrîş li gorî demjimêran herêmî di 11’a heya 2’ê êvarî domkir, her wiha qada hewayî ya Îranê hatibû karanîn.
Di encamê de, 6 endamên çapemeniya PJAK'ê jiyana xwe ji dest dan û gundên Rizgê, Şinaw, Merado û Zergelê jî bûbûn hedefa balafirên Tirk.
Endamên çapemeniya PJAK yên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan evin:
- Diyako Bextiyarî bi nasnav Hêriş Amed, sala 1981’ê li Mehabadê ji dayîk bû.
- Kardo Alyalî bi nasnav Argeş Bawer, sala 1984’ê li Pîranşar ji dayîk bû.
- Behcet Tekînalp, bi nasnav Firat Çelê, sala 1980’ê li navçeya Colemêrgê Çelê ji dayîk bû.
- Cemal Resûlî, bi nasnav Amanc Merîwan, sala 1975’ê li Merîwanê ji dayik bû.
- Mehmed Guren, bi nasnav Wedat Amed, sala 1971’ê li navçeya Amedê Farqînê ji dayîk bû.
- Rehîm Borna, bi nasnav Raman Cawîd, sala 1979’a li Mehabadê ji dayîk bû.