ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên şermezarkirinê yên li ser desteserkirina Şaredariya Colemêrgê wê werin şopandin.

Parêzer Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku li gorî biryara DMME'yê muwekîlên wan ji sala 2014'an û vir ve li Îmraliyê di bin êşkenceyê de ne û dosyayên tecrîdê yên li NY'ê bi bîr xist û got, Tirkiye wê mehkûm bibe.

Hevşaredara Dêrikê Songul Ozbahçecî diyar kir ku berpirsyarê herî mezin ê şewata li herêmê DEDAŞ e.

Partî û rêxistinên siyasî yên Kurd û Suryanî nameyek rayedarên payebilind ên Yekîtiya Ereb, Iraq, Sûriye, KE, DYE, NATO û NY'ê re şandin û bang li wan kirin ku stratejiya dagirkerî û şer a dewleta Tirk tavilê bisekinînin.