ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Piştî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê bûyerên têkildarî hilbijartinê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê wê werin şopandin.

Dewleta Tirk cerdevanên ku ji navçeya Geverê ya Colemêrgê tevlî êrîşa nû ya dagirkeriyê bibin diyar kir. ANF'ê lîsteya navê wan bi dest xist.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak got, "Em ê dawî li xisara qeyûman bînin û bi her awayî bi gelê xwe re bixebitin. Em ê li bajarê xwe jinûve dest bi pêvajoyeke avakirinê bikin."

Hevşaredarê Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz got, tevî nelirêtî û diziya AKP'ê jî Şaredariya Akdenîzê wê xizmetê ji navçeyê re bike û bibe şaredariya her kesî.

Hevşaredara Serêkaniyê Rahşan Yazar ragihand ku wê sûcên li bajêr raxin pêş çavan û bi feraseta şaredariyeke zelal hatin û çûyîna şaredariyê ji gel re ragihînin.

Hevşaredara Îdirê Necla Kûm destnîşan kir ku gel her cûre berdêl da ber çavên xwe, bi vî rengî xwedî li îradeya xwe derket û got, ew ê bi xizmetê malavayiya gel bikin.