ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2021'Ê

Sernavên ji rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Parlamentera Parlamenta Iraqê Yûsra Recep serdana konê çalakiyê yê li Şengalê kir û got, li gorî qanûnên Iraqê mafê xelkê Şengalê ye ku bi rengekî xweser bijî û xwe biparêze.

Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Ronak Mecîd destnîşan kir ku Şengal aramî û aştiyê temsîl dike û bang li hêzên siyasî hemûyan kir ku piştgiriyê bidin daxwazên xelkê Şengalê.

Ewladên leheng ên gelê Kurd mîna lehiyek ji tirsê bi ser dijmin ve herikîn. Yek ji wan jî gerîla Şoreş Tetwan bû. Şoreş ku neferekî tevgera azadiyê bû, bi lehengî li ber xwe da û tevlî karwanê şehîdan bû.

Gerîla Dijwar Oremar qala fermandar Zinar Sason kir û anî ziman ku di parastina nirxên partiyê û civakê de gelekî tund bû, lê wekî din mirovekî gelekî dilnizm bû. Dijwar Oremar got, "Wekî hevalekî ku hevalê Zinar nas dike, em berpirsyarin ku tola hevalê zinar hil bidin."

Li Misrê di encama karên arkeolojîk de bajarê herî mezin ê serdema Antîk a welêt hate dîtin.

Li Cezayîrê têkoşîna Tevgera Hîrak a li diJî sîstemê dewam dike. Zextên li hemberî ciwanên tevgerê dewam dikin.