ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2021'Ê

Çend ji sernavên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Wê qetilkirina yek ji avakara PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez a 9’ê Çileya 2013’an a li Parîsê di serî de li Ewropa wê li gelek deveran bê protestokirin.

Wezîrê Derve yê Norvecê Ine Erîksen Soreîde di bersiva pirsa têkildarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku li grêva Îmraliyê dîl hatiye girtin de got, wê hikûmet hewldanên xwe yên ji bo rakirina tecrîda li ser Abdulah Ocalan û girtiyên din bidomîne.

Hevrêyên têkoşînê anî ziman ku gerîla Sarîna Dicle bi terzê xwe yê têkoşînê gerîlayeke mînek e û gotin: “Hevrê Sarîna di Pêngava Şemzînanê de bi berxwedana xwe ya lehengî bûye semboleke nemir.”

Çalakiya Xizmên Winda û Dayikên Şemiyê wê bê şopandin.

KBDH a Şehîdên meha Çileyê bibîr anî got: “Soza me dayî Rosayan, Meralan, Laleyan, Sarayan û Sêvêyan ku dewleta faşîst a TC û sazî û kesên hevkarên wan in em ê bicih bînin.”