ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên şermezarkirinê yên têkildarî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê wê werin şopandin.

Parêzer Îbrahîm Bîlmez got, "Li Îmraliyê em li nuqteya dawî ne, ji vê xerabtir nabe' û destnîşan kir ku CPT divê êdî xala 10/2 a prosedura xwe li hemberî Tirkiyeyê bi cih bîne.

Neviyê Şêx Seîd û Şaredarê berê yê Xinûsê Hasan Basrî Firat li dijî PDK'ê ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ji nedîtî ve tê û hevkariyê dike, banga helwesteke hevpar kir.

Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed got, ew dixwazin rejîma Şamê gavên nû biavêje û guhertinan bike.

Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Gulistan Gulo diyar kir ku xweparastina jinê xwe dispêre zanebûn û rêxistiniyê û destnîşan kir, jin a xweparastî jin a têgihiştî ye.