ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2021'Ê

Sernavên ji rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok têkildarî rojevê nirxandinên girîng kir. Ok bal kişand ser axaftina bi telefonê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 25'ê Adarê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir û diyar kir, dewleta Tirk ji fikir, felsefe û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ditirse, lewma dixwaze têkiliya wî ya bi raya giştî re bi temamî bibire.

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan anî ziman, ku ew nizain bê li Îmraliyê çi diqewime, qutbûna telefonê jî fikarên wan zêde kiriye û got, "Bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan re Tirkiyeyê diavêjin nava bîreke bêbinî."

Parêzera OHD'î Destîne Yildiz: Grev ew rê ye ku dema girtî bêalternatîf dimînin serî lê didin. Daxwazên xwe yên bingehîn dixwazin. Her wiha pêwendiya xwe bi xemsariya derve jî heye. Rêyeke cuda nîne ku karibin dengê xwe lê bilind bikin.

Eger bi lezgînî tedbîr neyên girtin wê li herêma Sahelê ya Efrîkayê nêzî 30 milyon mirov birçî bimînin. Tê gotin ku ev yek wê bandora herî giran li zarokan bike.

Mexdûrên qirkirina dawî ya sedsala 20'î ya li Rûandayê dixwazin, rola Fransayê bêhtir zelal bibe û lêborînê bixwaze.

Welatên G20'î biryar dan ku deynê welatên xizan ên ku ketine bin bandora krîza aboriyê ya ji ber Covîd-19 taloq bike.