ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2017

Rojeva Navenda Nûçeyan a 8'ê Kanûna 2017'an.

- Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê dewam dike, wê were şopandin.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, wê werin şopandin.

- Li ser doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li Navenda Giştî ya HDP'ê wê daxuyaniyek ji çapemeniyê re bê dayin.

- Aktîvîst Marranne Ebel serdana çalakiya li Strasboûrgê kir û tecrîda li ser Ocalan şermezar kir. Ebel got, "Divê Ewropa helwesta xwe ya li dijî Tirkiyeyê biguherîne."

- Reza Zarrab ku qala îxracata AKP'ê ya li ser petrol û gaza Îranê kir, anî ziman ku ji bo îfadeyê nede, li girtîgeha federal hewl hatiye dayin ku wî bikujin.

- Li taxa Guvercîntepe ya Başakşehîr a Stenbolê ku gelek Kurd lê dijîn, tîmên taybet avêtin ser qehwexaneya Abdulmenaf û Yasîn Ûbîn ên birayê hev in û hovîtî lê kirin.

- KCDK-E ji bo meş û mîtîngên "Ji bo ewlekarî û azadiya Rêber Apo" ku wê bi wesîleya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê di 9 û 10'ê Kanûnê bên lidarxistin banga tevlîbûnê kir.