ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'Ê

Çend ji sernavên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Jinên cîhanê wê têkoşîna xwe ya li dijî paşverûtiya serweriya mêr, faşîzm, sîstema mêtinger a dewletperest desthilatdarîperest, di sala 2021'ê de bi pêşengiya jinên Kurd xurtir bikin. Jin wê bi ruhê xwe yê azadiyê û bi dilxwaziya xwe, mirovahiyê li her cihî bigihînin jiyaneke azad û demokratîk. Sala 2021'ê di xeta azadiya jinê de wê bibe sala azadî û demokrasiyê ji bo tevahiya mirovahiyê."

Îro li Rojava bi deh hezaran jin li ser şopa Sara ne. Yek ji jinên ku Sara nas kir, Diya Ciwan e. Diya Ciwan dibêje, "Min di çavên wê de Kurdistana azad, jin a azad dît."

Hevkarê tetîkkêşe komkujiya Parîsê Rûhî Semen, eşkere bû ku hîn jî li nava DÎTÎB'ê bi rengekî çalak dixebite, ku DÎTÎB yek ji saziyên girîng ên desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li Elmanyayê ye.

Li bajarê Kasselê yê Elmanyayê, dadgeha îdareyê ragihand ku alên YBŞ û YPG'ê qedexe nînin, ku polîsan di meşekê de nehiştibûn bê hildan.

Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr anî ziman, ku Komkujiya Parîsê tê nixumandin û got, "Komkujiya Parîsê komkujiyeke navneteweyî ye."

KOMAW'ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyanî da û diyar kir ku bendewariya gelê Kurd ji dewleta Fransayê ew e ku vê komkujiyê tavilê eşkere bike.

Nîqaşên têkildarî avêtina ser avahiya Capîtolê dewam dikin ku di encamê de herî kêm 5 kes miribûn, bi dehan kes birîndar bûbûn û gotûbêjê ji bo dûrxistina Donald Trûmp ji wezîfeyê ketibû rojevê.

Neteweyên Yekbûyî li ser avêtina ser avahiya Kongreyê ya li DYE'yê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev yek encama teşwîqkirina tundî û nefretê bû.