ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Nivîskar û ramanger Tomasz Konicz got, çareseriya krîzên li Kurdistan, Tirkiye û herêmê û pêkhatina aştiyê, bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe.

Endama Şaxê Rihayê ya OHD'ê Ayşe Şehrîban Demîrel got, "Desthilatdariyê li şûna bicihanîna Peymana Stenbolê, destketiyên jiyanan jî tune hesiband."

KNK'ê di salvegera 41'ê ya komkujiya Kurdên Feydlî de qurbanî bi bîr anî û ji rêveberiya Iraqê û herêma Kurdistanê daxwaza mafên Kurdên Feylî kir. KNK'ê destnîşan kir ku hewl û karê wan ji bo vê yekê wê dewam bikin.

Bi şewba Covîd-19 re aboriya welatên xizan bêhtir nebaş bû. Lewma pirsgirêka deynê welatên xizan ji nû ve kete rojevê.

Her sal ji ber AÎDS'ê bi sed hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin. Li dijî vê nexweşiyê, derziyek hate çêkirin ku encamên ji vê yekê hatin bidestxistin, ji bo xurtkirina pergala xweparastinê ya bedena mirovan, bûye cihê hêviyê.

Qutbûna parçeyek ji qeşa li rojavayê Antarktîkayê, dibe ku asta avê ya li okyanûsê bi 3 metreyan bilind bike.