ROJEVA 7'Ê GULANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Gulana 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Gulana 2019'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Rewş û bûyerên li ser rojiya mirinê ya 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê wê werin şopandin.
- Ergîn Akhan ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherand rojiya mirinê, diyar kir ku heta tecrîda di şexsê Ocalan de li gel tê ferzkirin bi dawî bibe, wê berxwedan bidome.
- Ji girtiyên di greva birçîbûnê de ne Suleyman û Veysel Nakiş gotin, "Heta ku tecrîd bi dawî nebe em ê çalakiya xwe bi dawî nekin. Rastî, maf û heqîqet wê teqez bi ser bikevin."
- Hayriye Demîr ku kurê wê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, anî ziman ku emrê wê i ber deriyê zindanan derbas bûye. Demîr got, "Em naxwazin mirov li zindanan bimirin, lewma divê tecrîd tavilê bi dawî bibe."
- Îmam Şîş ku ji bo bidawîbûna tecrîdê 142 roj in di greva birçîbûnê de ye got, heta ku tecrîd bi temamî bi dawî bibe wê dawî li çalakiya xwe nîne.
- Pincarên li deşt û zozanan tên komkirin, li sûk û bazaran tên firotin.