ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Çalakiyên ku di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de bêne lidarxistin wê werin şopandin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik li ser komploya 9'ê Cotmehê axivî û got, "Rêber Apo bi berxwedana xwe ya li dijî komplogeran, nirxên gelê me, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê parast."

KJK'ê bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û diyar kir ku tecrîdkirina Abdullah Ocalan krîza li Rojhilata Navîn daîmî kiriye. KJK'ê got, "Çareseriya pirsgirêkên civakî yên li Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo dibe."

Parêzer Îbrahîm Bîlmez got, "Li Îmraliyê rewşek ji tecrîdê girantir heye. 43 meh in têkiliyek nîne. Hiqûq, qanûn, rewabûn, wijdan hemû betal bûne. Rewşa heyî asta herî nebaş a dîroka Îmraliyê ye."

AKP'ê bi rêya qeyûman êrîş bir ser destketî û hebûna jinên Kurd. Li gel girtina saziyên jinên KUrd her wiha navendên jinan jî kirin daîreyên zewicandinê.