ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî got, "Rêberê me di şexsê hevala Sara de xwest modela jin a azad ava bike û ev yek bi ser xist. Di şexsê Sara de xwestin ku jin a azad tune bikin."

- Li dijî êrişên dewleta Tirk çalakiyên serketî yên gerîla dewam dikin. Gerîlaya YJA Starê Ciwan Cûdî û gerîlayê HPG'ê Ronî Arbaba gotin, "Dijmin çi dike bila bike, nikare pêşî li gerîla bigire."

- Ji çalakgerên Nobeda Edaletê ya li Baroya Amed Feyziye Kolakan got, bêyî ku cenazeyê girtiyên nexweş ji girtîgehan bêne derxistin divê çareseriyek bê peydakirin.

- Li Payîzavayê cerdevan Faîk Dûral dest avêt H.D. a 15 salî ya li dibistaneke mayinê dixwend.

- FCDK-KAWA got, "Ji bo 2 şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin em ê ti carî dest ji têkoşîna edaletê bernedin" û ji bo çalakiyên sibe yên li Frankfûrt û Saarbruckenê banga tevlîbûnê kir.