ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

-Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endamê Fermandariya YRK’ê Şiyar Şevger şehîdên bi rûmet ên ku di encama dagirkeriya dewleta Tirk û Îranê û hevkariya xwefiroşan de şehîd bûne bi bîr anî û da zanîn ku ew ê teqez hesab ji dagirker û xwefiroşan bipirsin.

- Partiyên Kurdistanî yên Başûrê Kurdistanê gotin “Gefên berdewam ên ku Tirkiye li ser Şengalê dike metirsîdar e, ji ber ku tişta ku DAÎŞ’ê nekarî di qirkirina Êzidiyan de bike, Tirkiye hewl dide pêk bîne.”

-Endama Konseya Fermandariya YJA Starê Hêzil Ozgur diyar kir hêzên YJA-Starê xeta fedaî ya Zîlanê û berxwedana Bêrîtanê di helwesta xwe de şênber kirine û di şer de rola xwe ya pêşeng bi cih tînin.

-Endamên NCDK’ê yên eyaleta Sachsenê Nobeta Azadiyê wergirtin û bang li gelê Kurd û ciwanan kirin ku li dora têkoşînê bibin yek.

-Çeteyên ku li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê êşkence li penaberên ji Efganistanê dikirin, bi alîkariya ji leşkerên Îranê stendine li gundên sînor her cure karên derqanûnî dikin. Nav û dîmenê van çeteyên ku êşkence li penaberan dikirin derket holê.

-Şanoya bi navê ‘Hucreya ku şeva wê tune’qala jiyan û fikra siyasî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike yê ku ji sala 1999’an û vir ve di bin tecrîdeke giran de ye.