ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Parêzer Cengîz Yureklî diyar kir ku divê nêzîkatiya li muwekîlê wan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi kodên rejîma nû bê nirxandin û got, "Em neçar in ku ji her demê bêhtir afirîner û wêrek bin."

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di sala nehan de ye, bi koma nû ya ji bajarê Nurnberg ê Elmanyayê dewam dike.

Di daxuyaniya hevpar a partiyên siyasî, komele û saziyên Fransayê de hate xwestin, ku zextên li ser Kurdan bi dawî bibin û PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorîst' bê derxist.

Hate ragihandin, li ser sînorê Venezûela û Kolombiyayê di şerê tê gotin bi komên ji FARC'ê cuda bûye, gelek leşker û Kolombiyayî jiyana xwe ji dest dane.

Zanyar dibêjin, lastîkên wesayitan zerarê didin hawirdorê û zindiyên li nava avê.

Li gorî lêkolîneke dawî, birûskên ku bi milyonan sal in li cîhanê dikevin, dibe ku çavkaniya avabûna jiyanê ya li cîhana me bin.