ROJEVA 6'Ê GULANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Gulana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Rewş û bûyerên li ser rojiya mirinê ya 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê wê werin şopandin.

- PKK: Bîranîna şoreşger Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya, di nava pêngava berxwedanê ya 'Em ê tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin' de dijî.

- KCK: Li gorî Îslamê, emelên di asta rojiyê de tên kirin, xêra wan mezin e. Dewleta Tirk bi Erdogan re Îslamê bi kar tîne, rastiya gelê me înkar dike û êrîş dike. Lewma her çalakiyeke Kurdên li dijî êrîşan li ber xwe dide, rojî ye.

- Ji parlamenterên Partiya Keskan a Elman Berîvan Aymaz diyar kir, partiya wan bi fikar e ku bi hezaran kes di greva birçîbûnê de ne û destnîşan kir, tecrîd binpêkirina mafên mirovan e.

- Endamê Meclîsa Şaredariya Orebroyê Mûrad Artin: Helwesta Tirkiyeyê ya li dijî Rojava, li hiqûqa navneteweyî nayê. Sûcekî li dijî peymanên navneteweyî ye.

- Malbatên Cemal Kobanê, Omer Bagdûr, Mele Mûstafa Tûzak û Şiyar Xelîl ên li Berlînê di greva birçîbûnê de ne, bi rengekî komî serdana wan kirin. Malbatan ji çalakgeran re gotin, "Em bi we serbilind in."

- Gerîlayan ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Başûrê Kurdistanê name nivîsîn û gotin, "Bi çalakiya we re hêrsa me ya li dijî dijmin zêde bû. Tenê armanceke me heye; em ê bi hev re bi ser bikevin."