ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Endama Koordînasyona KJAR'ê Peyman Viyan diyar kir ku di pêşketina Tevgera Azadiyê ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de jinan bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengtiyek mezin kirin û wê bikin jî.
Ferît Şenyaşar ku tevî dayika xwe Emîne Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê 'Nobeda Edaletê' digire got, "18 sal li kujerê birayê min li Enver Yildiz hate birîn. Ev kes tenê wê yek ji sê parên cezayê xwe girtî bimîne. Piştî çend mehan wê bê berdan."
Berdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku Konseya Ewropayê di lêgerîna pêkanînên dijî Tirkiyeyê de ye û got, eger gaveke erênî neyê avêtin, endametiya Tirkiyeyê ya li Konseya Ewropayê jî dikare bibe mijara nîqaşê.
Di hilbijartinên giştî yên Bûlgaristanê de Partiya Welatiyan a ji bo Pêşketina Ewropayê (GERB) a Serokwezîr Boyko Borîsov bi ser ket.
Ji ber lehiya li paytexta Tîmor a Rojhilat Dîliyê herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.