ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2020'AN

Rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Parêzerê OHD'ê qanûna înfazê nirxand a ku bi dengên AKP û MHP'ê hate qebûlkirin û got, "Ji bo girtiyên bi nexweşiyên giran, astengdar û bi temenê dirêj hin guhertin tên kirin, lê belê ji ber ku girtiyên siyasî li derve hatine hiştin, wê nikaribin ji vê yekê sûdê werbigirin."

Hevseroka Desteya Karên Hundir a Rêveberiya Xweser Hêvî Mistefa li ser qedexeya derketina derve ya ji ber pandemiya vîrûsa koronayê axivî û got, "Pêwîstî pê hebe wê dema qedexeyê karibe bê dirêjkirin."

NCDK a Swêdê ji bo piştgiriyê bide mirovên ketine bin bandora vîrûsa koronayê, li herêmên cuda yên Swêdê maseyên krîzê ava kir.

Ji îro û pê ve wê li welatên rojevayê Ewropayê germahiya hewayê bigihêje ser 20 pileyî. Gelo germahiya hewayê wê leza belavbûna şewba vîrûsa koronayê kêm bike?

Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan diyar kir, jinên ji ber vîrûsa koronayê li malê dimînin dibin hedefa tundiya mêr û got, "Komkujî û êrişa li dijî jinan polîtîk e. Li pişt van êrişan dewlet heye."

Li Efrîkayê ku pandemiya vîrûsa koronayê ya nû vê gavê bandoreke giran lê nekiriye, tê payin ku ji aliyê xurekê ve krîzeke mezin a însanî rû bide.