ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Hezîrana 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Hezîrana 2020'an.
Dewlet û desthilatdariya nîjadperest-olperest ku xwe bi tekperestiyê xwedî dikin, ji 20'ê Tîrmeha 2015'an ve bi rêk û pêk darbeyê dike. Ji tayînkirina qeyûman heta girtina parlamenteran, zordarî didome.
Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan diyar kir, ku êrişên li dijî Weqfa Hrant Dînk encama atmosfera nefretê ye ku desthilatdariyê afirandiye û got, "Ya girîng ew e ku çirava nefretê bê ziwakirin."
Şaredariya Artemêtanê ya AKP'î, bi îdîaya ku dibe sedema polenê û nexweşiyên alerjîk, dest bi birîna spîndaran kir. Şaredarê AKP'î yê talanker Îsmaîl Say heta niha bi hezaran dar birî.
Platforma Parastina Hewselê têkildarî 5'ê Hezîranê Roja Hawirdorê ya Cîhanê daxuyaniyek da.
KON-MED'ê ji bo meş û mîtîngên 6'ê Hezîranê yên li Elmanyayê banga tevlîbûnê kir.