ROJEVA 5'Ê GULANA 2021'Ê

Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan pêk tên, wê werin şopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.

Endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê Alp diyar kir ku ti ji kuştin û êrişa li dijî jinê bûyereke bi tena serê xwe nîne û destnîşan kir ku tenê bi têkoşîneke rêxistinbûyî û hevpar dikare pêşî li vê zîhniyeta li nava civakê bê girtin.

Akademîsyen û siyasetmedar Kamîran Berwarî ragihand ku artêşa Tirk li Garê û Heftanînê têk çû û anî ziman, dewleta Tirk bi êrişa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwaze derman bike.

gerîla Zozan Pelşîn ji Mexmûrê heta Kerkûkê bi salan li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kir. Di dengê Zozan Pelşîn de ruhê azadiyê hebû. Gerîla Zozan di Hezîrana sala 2018'an de di encama êrişa dewleta Tirk de li Şirnexê şehîd bû.

Dara çinarê û Mala Wanê ya dawî li dijî betonbûnê li ber xwe didin.

Kerem Tekoglû (Keremo) ku ji bo zarokan rêze pirtûka 'Çîrokên Gulê' nivîsî, wiha axivî: "Em dixwazin ku dilopekê tevlî vê derya zimanê Kurdî bikin ku yek ji zimanên herî kevn û dewlemend ên Rojhilata Navîn e."

Li gorî lêkolînekê ya ku li asta navneteweyî hate kiri, beşeke girîng a jinên ku bi kansera sîngê ketine, bêyî kemoterapiyê dikarin bên tedawîkirin.

Li Komara Kongo ya Demormkatîk ku yek ji welatên Efrîkayê ye û di nava şerê navxweyî û xizaniyê de ye, hate ragihandin ku şewba Ebola ya ku jinûve der bû, bi dawî bûye.