ROJEVA 5'Ê GULANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Gulana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Rewş û bûyerên li ser rojiya mirinê ya 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê wê werin şopandin.

- Yek ji berxwedêrên rojiya mirinê Abdulhalik Kaplan e. Malbata Kaplan got, "Banga me li partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û her kesên xwedî wijdan e: Em bibin dengê van girtiyan."

- Ardil Çeşme yek ji 15 berxwedêrên rojiya mirinê ye. Xwişka wê Asya Seyhan diyar kir, ku Ardil her tim bûye beşek ji têkoşînê û got, "Çawa ku di sala 1982'an de berxwedêr li dijî zilmê bi ser ketin, îro jî wê berxwedêr bi ser bikevin û tecrîd wê bi dawî bibe."

- Mekapên Zer tenê di lingên çend gerîlayên nû de hebûn. Zelal işaretê gerîlaya ciwan dike ku pêlava convers 'moda' xistiye pe.

- Ji malbatên berxwedêrên li Strasbourgê Dayika Qadriye û Gulê Koç bal kişandin ser berxwedana dayikên girtî û xwest, dengê li dijî tecrîdê hîn xurt be.

- Parlamenterê Eyaleta Berlînê yê Partiya Çep Hakan Taş serdana çalakgerên berxwedana greva birçîbûnê Cemal Kobanê, Omer Bagdûr, Mele Mûstafa Tûzak û Şiyar Xelîl kir û got, "Daxwazên we daxwazên me ne."

- Li Îtalyayê, gelek kesên ku hiqûqnas, aktîvîstên mafên mirovan û siyasetmedar di nav de hebûn, deklarasyonek weşandin û bang li saziyên Yekîtiya Ewropayê û CPT kirin.

- Li gorî dîrektorê EPA'yê Andrew Wheeler, qedexekirina berhemên plastîk ên ku tenê carekê tên bikaranîn, wê têrê neke ku pirsgirêka çopê ya li okyanûsan bê çareserkirin û pêşî li qirêjbûnê bigire.