ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê Delîl Welat (Hasan Mahmûd Bozo) bi bîr anî ku 1'ê Îlona 2019'an di êrîşa hewayî de şehîd bû. Komîteyê got, "Hevalê Delîl bû yek ji rûyên felsefeya jiyanê ya Rêber Apo."

- Erdogan bi rêya Barzanî xwest mejiyê Osmanî werbigire. Gerîlayan jî Şengal radestî xwediyên esasî yên Ezdatiyê kirin û cesaret dan her kesî.

- Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu anî ziman ku çareya yekane, qewirandina vê desthilatdariyê ye ku di polîtîkaya şer û tundiyê de israr dike. Encu bang li gelan kir ku tevlî mîtînga li Stenbolê bibin.

- Bi sedan wesayitên zirxî yên bi ferîbotê li ser xeta Tetwan-Wanê anîn herêmê, bi rêya hesinî derbasî aliyê Îranê hatin kirin.

- Endama Komeleya Malbatên Şehîdan û Meclîsa Îştar Sarya Marînos diyar kir ku jinan bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe nas kirine û got, "Rêber Apo qîmeteke mezin da jinan."