ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2020'AN

Li Kurdistan û Tirkiyê û cîhanê rojevên ku derketine pêş.

-Wekîlê HPD'ê  Murat Sarisaç li ser zêdebûna kuştina jinan a li Agirî û Wanê got sedema zêdebûna kuştina jinan yasayên AKP'ê ne, ku destekê dide hişmendiya nêr.

-Gerîlaya Başûrî Rûken Dilgeş behsa berxwedana li Xanturê kir û bal kişande ser ku cerdevan termên xwe dihêlin û direvin, ku Xantûr yek ji herêma li Heftanînê ye, ya ku artêşa Tirk 16'ê Hezîranê êrîşên dagirker aniye ser.

-Ji Partiya Çep Andrej Hûnko yê qetlîamên dewleta Tirk bi SÎHA’yan pêk anî bire rojeva Meclîsa Federal, diyar kir ku li şûna Elmanya pêşiya sûcên bi SÎHA’yan tên kirin bigire, piştevaniya xwe ya li gel rejîma Erdogan didomîne.

-Kurdistaniyên li Ewropayê wê êrîşên dagiker û qirker ên dewleta Tirk bi çalakiyên girseyî şermezar bike.

-Şehîd Şînyar Kawa bi nasnav Sarîna Sarya  keçeke ji malbateke Dûz Xûrmatû yei ku PKK’ê nas dike, jê hez dike û tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe.


-Parêzer Yakup Guven: Êşkence sûcê mirovahiyê ye, dem di ser re biçe jî ji sûcbûnê dernakeve, îro dibe ku êşkence bi necazekirinê were xelatkirin lê divê nefikire ku heta hetayê wê neyê darizandin.

-Berxwedana li Heftanînê û tabloya 17 rojan, nîşan dide bê ka wê reng bi kû ve biçe. Dewleta Tirk li her girê ku dagir kirî wê asê  bimîne. Artêşeke ku li gorî gerîla xwedî derfetên zêde ye, bi teknîka berdest wê bikeve girê ku dixwaze lê wê nikaribe fatore kontrollkirina araziya giştî bide.

-Xizmên windayan weke her carê wê li aqûbeta xizmên xwe bipirsin.