ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Pîrozbahiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.
Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan ku 4'ê Nîsana 1949'an li gundê Amara ji dayik bû, di nava rejîma êşkence û tecrîdê ya girava Îmraliyê de dikeve rojbûna xwe ya 72'an. Bi wesîleya rojbûna Abdullah Ocalan, me beşên li ser rojbûna xwe, tecrîdkirina li Îmraliyê û çareseriya pirsgirêka Kurd ên li parêznameya 'Ji dewleta Rahîb a Sumeran ber bi Komara Demokratîk ve' kom kir.
Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Sozdar Avesta li ser rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got, "Em ê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xurtir bikin."
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat: Ev xaka ku bi pêşengiya jinê şoreşa neolîtîkê lê pêk hat, wê azadî, wekhevî, edalet, berhemdarî û jiyaneke bi kêfxweşî jinûve ava bibe.
Ji fermandarên YPJ'ê Stêrk Kobanê li ser salvegera damezrandina YPJ'ê axivî û destnîşan kir, jinên ku DAÎŞ têk birin, wê dagirkeran jî têk bibin ku îro êrişî destketiyan dikin û herêman dagir dikin.
Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir destnîşan kir ku yek ji qadên bingehîn ên qirkirina Kurdan, sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê ye û got, "Gelê Kurd di Newoza 2021'ê de nîşan da ku muxatabê siyasî Abdullah Ocalan e."
Li Mozambîkê ku bû hedefa êrişa çeteyan, mirov cih û warê xwe diterikînin.
Li Myanmarê piştî êrişa hewayî ya artêşê 12 hezar kesî cih û warê xwe terikandin. Neteweyên Yekbûyî hhişyariya "şerê sivîl" da.