ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Nîsana 2020'an.

Çeteya Cephet El Şamiye ya girêdayî dewleta Tirk bi destê DAÎŞ'iyan êşkence li Kurdên zindanê da kirin.

AvestA: 4'ê Nîsanê rojbûna tevahî gelan e. Rojbûna jinan e. Rêber Apo dibêje; 'êşa ku herî zêde min kişand çawa ku tu netewekî bîne dinê. Netewek ji dayîk bibe. Rêber Apo jî dibêje; 'Di jiyana xwe de min ew êşa mezin kişand heta ku min netewekî anî dinê.'

Di demekê de Serokkomarê Tirk Erdogan di bin navê ‘bexşînê’ de pere ji gel kom dike, li Wanê şirketa gaza xwezayî di nava meha Adarê de şandina fatûreyan a ji bo aboneyên xwe rê li ber neraziyan vekir.

Terfa Elî ya ji roja dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û vir ve derneketiye derve serpêhatiya xwe ji ANF’ê re vegot.

Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk got vîrûsa koronayê li Tirkiyê hatiye asteke zêde û taloke her ku diçe zêdetir dibe.