ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Mijdara 2020'an.

Polîtîkayên aboriyê yên hilweşîner ên dewletê, krîzê girantir dikin. Esnafên Amedê ketine rewşeke welê ku nikarin kirê û fatûreyan jî bidin.

Serokê Giştî yê Civat-Komeleya Rojnamevanan a Erebistana Siûdî Naser El Xerbî destnîşan kir ku Erdogan wê negihêje armanca xwe.

Ji bo dersên Kurdî yên dema payîzê, ku Enstîtuya Kurd a Stenbolê dest pê kiriye, eleqeyeke mezin heye. Kapasîteya dersan heta niha ji bo 600 kesî ye, lê tê payin ku enstîtu vê kapasîteyê rojên bê zêdetir bike.

Li gorî projeya lêkolînê ya bi navê Small Arms Survey, ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Bilind a Navneteweyî û Pêşveçûnê ve hate meşandin, li gelemperiya cîhanê herî kêm milyarek çek tên bikaranîn. Ji sedî 85 ê van çekan di destê sivîlan de ne.

Heyetên leşkerî yên aliyên Lîbyayê, ji bo bicihanîna agirbestê li ser nexşeyeke rê li hev kirin.