ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên têkildarî hevdîtina bi Rêber Apo re hate kirin wê were şopandin.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got, "Divê dewleta Tirk ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê îradeyekê nîşan bide. Rêber Apo şensê dawî yê Tirkiyeyê ye."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku nêrînên Rêber Apo yên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd ku bi heft xalan anî ber hev, di sala nû de wê bibe pûsûlaya têkoşîna wan.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku li Tirkiyeyê di nava partiyên siyasî de nêzîkatiya pragmatîk a li Kurdan û pirsgirêka Kurd ji holê nehatiye rakirin û got, bi nêzîkatiya rast a li pirsgirêka Kurd dikarin bibin alternatîf ji desthilatdariyê re.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têklidarî mijarê wê bêne şopandin.
Gefa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Kobanê dewam dike. Rojnamevan Lezgîn Îbrahîm ku berxwedana Kobanê dişopîne got, "Gel bi biryar e ku cara duyemîn têk bibe."
Lêgerîna edaletê ya malbatên Roboskî li gel 13 salên di ser komkujiyê re derbas bûne dewam dike.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.