ROJEVA 31'Ê ADARA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Adara 2018'an.

- Çalakiyên ji bo azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê bên şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Li Efrînê ya dagirkirî dayikeke ku li keça xwe ya 14 salî geriyayî, go hêzên Tirk bi dehan zarok rehîn kirine û tecawiz li wan kirine.

- -Dr. Osman Şêx Îsa têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û qonaxa duyemîn a berxwedanê axivî û wiha got; “Bila hemû kes baş bizane, heya ku dijmin li Efrînê bin em ê wan bi rihetî nehêlin. Heya ku em dawiya dagirkeriyê neyînin em ê têbikoşin.”

- Li Wanê 35 kes ji bo ku vegerin ser kar serî li dadgehê dan. Walîtiya Wanê belgeyeke nivîskî ji dadgehê re şand. Vê belgeyê derxiste hole ku siyasetmedarên Kurd çawa hatine deqkirin.

-Zimanê çapemeniya azad û zimanê Kurdî desthilata AKP/MHP’ê ditirsîne û ji ber vê yekê her demê çapemeniya azad di hedefa hikûmetê de ye. Ji ber gefên hikûmeta AKP’ê li Tirkiyeyê ti çapxane, rojnameya tekane Kurdî Welat çap nakin.  Xwediyê Îmtiyazê got: “Ji zimanê me ditirsin û em ê ala çapemeniya azad bilind bikin. Em ê herdemê li gel xwendevanên xwe bin.”