ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

 - Şerê gerîla yê ku li sêmenda Gladio-JÎTEM-Hîzbûllahê aliqî, heta ku vê çerxê, vê zextê ji holê raneke nekarîbû şer bigihanda asteke bilind... Eger aştî û çareseriya siyasî nebûya, ji bilî bilindkirina şerê gel ê şoreşgerî rêyeke cuda tune bû. Abdullah Ocalan

- Rojnamevanê Îngiliz Matt Broomfield bi hinceta ku piştgirî da Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, welatên endamên Schengenê lê hate qedexekirin. Ev daxwaz jî ji Elmanyayê hat.

- Şervana Ereb Amara Cûdî ku piştî Şoreşa Rojava bi bandora tevgera azadiyê tevlî nava refên PKK'ê bû wiha got, "Ji bo jiyaneke azad, wekhev û bi rûmet a li welatê me, divê em hîn bêhtir têbikoşin."

- Li navçeya Erdîşê ya Wanê, ji ber şerê rantê bi sedan kesî ji AKP'ê îstifa kirin.

- Li gorî lêkolîneke nû, ava li Cîhanê dibe ku ji Rojê hatibe.